Iraq Şîrket Ceza Kir
Ji Ber Kurdistanê, Şîrketa Chevronê Hat Ceza Kirin
Li gor xeberên ji Hewlêrê, Wezareta petrola İraqê wiha diyar kir: Ji ber ku şîrketa petrolê ya Chevron ya Emerîkî, bêdestûra Bexdayê, bi Herêma Kurdistanê re peyman îmze kiriye, hatiye cezakirin û êdî nikare tu peymanekê bi İraqê re îmze bike.
Wezareta petrola İraqê, di beyanata xwe de diyar kir, ji ber ku hemû peymanên petrolê yên Herêma Kurdistanê yên bi şîrketên biyanî re, ne li gorî destûra İraqê ne, peymana şîrketa Chevron jî, neqanûnî ye û nayê qebûlkirin.
Di beyanatê de hat gotin, şîrketa Chevron û hemû dunya dizanin ku petrola xav, ku li Herêma Kurdistanê tê derxistin, nakeve bin çavdêriya wezareta petrola İraqê û bi awayekî qaçax bo welatên derve wek Îran û Tirkiyê tê şandin û kes jî dahata wê nizane.
Di beyanatê de hat diyarkirin, şîrketa Chevron heta ku peymanên xwe yên bi hikûmeta herêmê re xera neke, wezareta petrola İraqê, rê nade şîrketa han, ku tu peymanekê bi İraqê re îmze bike. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.