IRAQ WÎZE NEDA
Serokê Partiya MHPê Devlet Bahçeli, plan kiribû ku nimêja îda remezanê, li Kerkûkê eda bike, lê hikumata Iraqê, wîze nedayê û nehişt ku biçe
IRAQ WÎZE NEDA
IRAQÊ RÊ NEDA BAHÇELÎ KU BIÇE KERKÛKÊ
Serokê Partiya MHPê Devlet Bahçeli, plan kiribû ku nimêja îda remezanê, li Kerkûkê eda bike, lê hikumata Iraqê, wîze nedayê û nehişt ku biçe.
Devlet Bahçeli plan dikir ku di navbera 18 û 21ê Tebaxê de, serdana bajarê Kerkûkê bike. Hat îfade kirin ku ji ber hikûmeta Iraqê wîze nedayê, serdana Bahçeli hatiye betal kirin.
Serokê MHPê Bahçeli, dixwest ku ji ser Musulê re derbasî Kerkûkê bibe. Hat îddîa kirin ku sebebê vê, ev e ku Bahçeli, nexwestiye mora Kurdistanê li ser pasaporta xwe bixe. Ji bo wîzeyê jî Bahçelî serlêdan li wezareta karên derve yê Iraqê kiriye. Heta niha hinceta wîze nedayina Bahçeli, nehatiye eşkerekirin.
Çendakî berê jî, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoğlu, piştî ziyareta Barzanî çûbû Kerkukê. Li ser vê, hikumeta Iraqê bi zimanekî sert, vê serdana Davutoğlu tenkîd û rexne kiribû.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.