“İro di Çemê Dîcle û Fêradê de xwîna Mislimanan diherike”

“İro di Çemê Dîcle û Fêradê de xwîna Mislimanan diherike”

ÊLIH - Ji teref Sevgî-Dera ku endamê Platforma Evîndarên Pêxember e ve bernameyeke bi navê ‘Farûqê Adil Hz. Omer’ hat tertîpkirin.

“Hz. Omer di wextê xelîfetiya xwe de çiwalê ard li ser milên xwe dikir”

Di bernameya ku hat tertîpkirin de Serokê Platforma Nesla Qur’anê Mela Beşîr Şîmşek di derbarê mijarê de axavtinekê kir.Şîmşek di destpêka axavtina xwe de hedîsan pêxemberê me ‘Eshabê min wek stêrkên li asîmanan e, kî tabî’ê wan bibe dê xelas bibe’ bi bîr anî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji van eshabên bi qedr û qiymet yek jî Hz. Omer e.Ji bo temamê Misliman, bav, davetwan û mezinan di heyata Hz. Omer de gelek ders û ibret hene.Hz. Omer pêşî Îslamê di jiyana xwe de tetbîq dikir, emrê Îslamê ji zarokên xwe û maliyên xwe re teblîx dikir. Hz. Omer di wextê xelîfetiya xwe de çiwalê ard li ser milên xwe dikir an jî di mala êxtiyarekî de paqijî dikir.Ew lîderekî wisa bû.”

“İro di Çemên Dîcle û Fêradê de xwîna Mislimanan diherike”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji ber ku îro fikr û baweriya Hz. Omer li ser van axan hakim nebûye xwîna Mislimanan diherike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger ku îro me Hz. Omerî bi heqê wê nas kiribana, xwendibana,nas kiribana û bi naskirîyên xwe dabana naskirin; îro ne mimkûn bû ku zihnîyeta komînîzm û sosyalîzmê li ser van axan bi cî bibe.Ger ku îro li ser van axan û di nava zarokên me de zîhniyeta xerbê belav bûbe sedema wê ji ber nenaskirina Hz. Omerî ye.Elbet nenaskirina Qur’an û Sunnetê jî ji van re sedem e.Gotineke meşhûr a Hz. Omerî heye.Dibêje ‘Ger li ber Çemê Fêrad û Dîcleyê gurek mîhekê bixwe, ez ê xwe li ba Xwedê ji vê yekê mesûl bibînim.’ Ji ber ku îro fikr û baweriya Hz. Omerî li ser van axan hakim nebûye li ber Çemê Dîcleyê gur mîhan naxwin; îro di van çeman de xwîna Mislimanan diherike.Îro li edaleta mezinên îro binêrin û li edaleta Hz. Omerî binêrin.”

“Hemd ji Xweda ku îro Omerên me jî hene”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Cengîz Tiryakî û Fethî Yalçin ji ber ku wek Hz. Omerî ji doza xwe sadiq bûn hatin şehîdkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çawa ku berî vê 1400 salî weke Hz. Omer li dijî zilm û şirkê bi mêranî serî hildidan û çawa ku di nava hêzên kufrê de heqiyê îlan dikirin û gava xwe bi paş de nediavêtin; hemd ji Xweda re ku îro Omerên me jî hene.Weke ku tê zanîn di çapemeniyê derket holê yekî zalim piştî ku hat girtin re şehîdkirina Cengîz Tiryakî û Fethî(Rodî) Yalçin îtîraf kir.Kesê qatil wiha got ‘Em çûn ber devê deriyê wan, me got ku doza xwe biterikînin, dev ji HUDA PARê berdin.Naxwe em ê we bikujin.”Her du şehîd jî wiha gotine ‘Çi ji destên we tê bikin, em qetiyan dev ji doza xwe ya heq bernadin.’Ger ku em dixwazin cardin li ser van axan edaleta Hz Omer hakim bibe û Qur’an û sunnet hakim bibe, ger ku em dixwazin li ser van axan xweşikahî û biratî hakim bibe û ji nava Mislimanan fitne rabe rêya vê ev e.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.