İro Salvegera Wîladeta Pîroz e
İro salvegera Wîladeta Pîroz e. Wîladeta Pîroz a Pêxemberê me ‘Eleyhîsselat û Wesselam ji bo me tê çi me’neyî divê em li serê qenc bifikirin.
İro salvegera Wîladeta Pîroz e. Wîladeta Pîroz a Pêxemberê me ‘Eleyhîsselat û Wesselam ji bo me tê çi me’neyî divê em li serê qenc bifikirin.
Hê berya çêbûna însan, Muhammed ê ku navê wî, li ‘erşê âla, dibin navê Xweda hatibu nivîsandin qulpa zincîra pêxembera ye dawî ye. Ji Âdem (a.s) heta ku dighê Îsa (a.s) tevê pêxembera mîzgîna hatina Muhammed dane gelê xwe. Ji ber vê yekê pîştî ‘Îsa(a.s) tevê însanan li hêvîya derketina wî bûn.
Sal 571 mîladî, piştî mersela fîl bi 50-55 roja 12 ê meha rebî’ulewel êvara duşemê hewlê sibê. Mala Amîne ye ku bi mirina ‘Ebdullah tarî bibû bi nûrekê ronîbû. Bi bihîstina dengê mizgînê herkes kelecanî bû. Milyaketa telaşe kirin, tirs kete nava cinna û erwahê mezluma kirin ‘îd. Ev nûra ku ji ewel de kaînatê xwe dabû bende di çaxek ku çawa ‘erdekî ziwa û qelişî li benda demsala baranêye hate.Tîrêjê vê nurê ji ewil heta axir ji rojhilat heta rojava û ji başur heta bakur wê şu’le bida û tarîtîya kufrê bi nûra Îslamê ronî bikira.
Îdî sibeha vê şevê tarîxa vê rojê, xêra vê salê ev bihara pîştî vê zivistanê ev buyîna pîroz ji boy cin, heywan, nebat û nexasim ji boy însanîyetê despêka çaxek nû bû. Îdî çerxa sazumanê kufr û şirkê, tevgera jiyana însanî bi zulm û neheqîyê weke berê nema wê bihata zîvirandin. Lewra ev buyîna pîrozî ku wê însanîyet ji xewa xefletê yî kur hişyar bikira, wê bircê bilind û sarayê împaratora bi hejînek mezin bihejanda û wê sazuman û hîlê Sezara, Qeysera, Kîsra ya û Ebu Cehla xira bikira.
Salvegera Wîladeta Pîroz ji bo tevî gelê me pîroz be.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.