Îşev Qendîla Mî’racê Ye

Îşev Qendîla Mî’racê Ye

Alema Îslamê îşev qendîla mî’racê îdrak dike.

Alema Îslamê îşev qendîla mî’racê îdrak dike. Pêxemberê me di şeva 27ê meha Recebê de derketiye mî’racê. Pêxemberê me li Bûraqê siwar bûye û bi hz Cebraîl re, hem bedenen hem jî rûhen, ji Mescîda Heramê çûye Medînê, ji wir jî çûye Mescîda Eqsayê, li wir li pêşiya pêxemberan nimêj kiriye. Ji wir jî bi Refrefê derketiye hizûra Xwedayê Teala. Mî’rac 18 meh berî hîcretê pêk hatiye.

Di mîracê de her dû ayetên dawiya sûretê Beqereyê ya Amenerresûlû nazîl bûne, pênc wext nimêj ferz bûne, mizgîna kesên ku ji Xweda re şirîk çênekiribin û tobe kiribin wê bêne effûkirin li ummeta hz Resûlûllah hatiye dayîn. Pêxemberê me di gotineke xwe de dibêje ku nimêj mîraca mumina ye.

Bi minasebeta şeva mîracê, Platforma Evîndarên Pêxember û Huda Parê ji bo alema Îslamê û însaniyetê peyama xêr û bereket û xweşiyê weşandin. Di peyama platformê de wiha hat îfade kirin “Mîraca pêxemberê me, ji hemî muslumanan re nîşan dide ku sunneta pêxemberê me mîna ava Kewserê ye. Sunneta wî û kelamê Rebbê Zulcelal tu carî ji hev nayê veqetandin. Înşaallah ew ê bi hurmeta salvegera ev mûcîza mîracê, hemî camîa û muslumanên ku ji bo islahiya ummetê xizmet dikin, li dora sunneta Resûlê Ekrem bi hev û din re perçîn bibin. Rebbê Alemê vê şeva mibarek ji bo alema îslamê û însaniyetê bike wesîleya xêr û bereket û hîdayet û silametiyê. Em qendîla mîraca hemî musluman û ummetê pîroz dikin.”

Partiya Doza Azad Huda Parê jî di peyama xwe de bal kişand ser rewşa ummeta Îslamê û wiha diyar kir “Musluman li Myanmarê bi saxî tên şewitandin, li Sûriyê wehşiyane tên qetilkirin, Iraq her roj bi bomban dibe gola xwînê, li Fîlîstînê yahûdî dixwazin Mescîda Eqsayê bikin Sînagog û tê de ayînan rast bikin. Di bin van mehzûniyetan de em ê şeva Mîracê îdrak bikin.” Di dawiya mesajê de jî weha hat gotin “Bi hêviya ku bibe wesîla hişyarî û vejîn û wehdeta ummeta Îslamê, bazdana hewar û îmdada mezlûm û bêçareyan, em qendîla we ya Mîracê pîroz dikin. Em ji Xweda dixwazin ku zû îcabetî duayên muslumanan yên di vê şevê de bike.”

BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.