Îşgalker Îsraîl Di 2012an De 900 Zarokên Fîlîstînî Girtin

Îşgalker Îsraîl Di 2012an De 900 Zarokên Fîlîstînî Girtin

Der heqê îhlalkirina heqên însanan de yên ji alî Îsraîla rejîma terorê ve, raporek nû hat weşandin.

Der heqê îhlalkirina heqên însanan de yên ji alî Îsraîla rejîma terorê ve, raporek nû hat weşandin. Rapor ji alî merkeza hiqûqê ya Fîlîstînê ve hat weşandin. Di raporê de bal hat kişandin ser zarokên Fîlîstînî ku hêzên îşgalkerê Îsraîl li ser wan operasyonên te’de û tazyîkê dikin.

Li gor raporê siyonîst Îsraîl tenê di sala 2012an de 900 zarokên Fîlîstînî girtine û ev reqem, li gor par pir zêde bûye. Di raporê de tê gotin ku zarokên tên desteserkirin û binçavkirin û tên girtin, îşkence û sîtem dibînin. Ji sedî 95 zarokên ku tên girtin, di dema vepîrsînê de marûzî îşkencê dibin.

Siyonîst Îsraîl li van zarokên masûm û bêhefad, me’melên ğeyrî însanî dike, êrîşî wan dike û hinekan ji wan birîndar û şehîd dike.

Li aliyê din li Ğezzeyê rewşa însanî jî, digihêje derenca talûkê. Teşkîlata hevkariya Îslamî da zanîn ku, ji sisiyan du par îlac qediyane. Ji ber vê yekê jî dibe ku, felaketeke însanî biqewime. Teşkîlatê îfade kir ku, li Ğezzeyê kesên ji ber herb û êrîşên Îsraîl bêmal mane, hewceyî starî û hewandinê ne û ji bo van rewşan, divê bilez xebat bên kirin.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.