İsraîl Dîsa Qetîl Kîr

İsraîl Dîsa Qetîl Kîr

Dî Êrîşa Hewayî De 4 Fîlîstînî Hatîn Kuştîn

Li gor xeberan hat diyar kirin ku siyonîst Îsraîl, bi teyare û fuzeyan, êrîşî Ğezzeyê kir. Di êrîşa hewayî de 4 Filîstînî hatin qetil kirin. 2 heb jî birîndar bûn. Di nav şehîdan de, 2 mensûbên Cîhada Îslamî jî hene.

Êrîş, li beleda Beyt Hanûnê hat kirin. Siyonîst Îsraîl do jî, li başûra Ğezzeyê, êrîşî kargehek hesin kiribû. Di êrîş de, 5 Filîstînî birîndar bûbûn.

Li aliyê din li Şerîa Rojavayê, siyonîstan agir bera camiyekê dan. Hema tu bêjî camî tev xirabû. Êrîşkeran li ser dîwarên mizgeftê jî, sloganên xwe nivîsandin. Serekê belediyê Ebdûlkerîm Şerîf diyar kir ku şewitandina camiyê, nîvê şevê qewimiye. Ji ber vê yekê, bi sedan Filîstînî li ber camiyê civiyane. Hat gotin, serekwezîrê siyonîst Netanyahû got ku wê êrîşker û mesûl teslîmî ‘edaletê bikin.

Ji xwe di êrîşa gemiya Mavî Marmarayê de jî, êrîşker dabûn ber ‘edaletê! (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.