Îsraîl Hat Îqaz Kirin

Îsraîl Hat Îqaz Kirin

Milletên Yekbuyî û Fîfa, Îsraîl Îqaz Kir

Li gor xeberan hat diyar kirin, Teşkîlata Milletên Yekbuyî, der barê ambargo de, Îsraîl îqaz kir. Valerîa Amosa alîkara sekreterê teşkîlata milletê Yekbuyî, ya mesûla karên însanî, diyar kir ku divê ambargoya Îsraîl ya li Ğezzeyê bikar tîne, der hal rabe.

Valerîa Amos wiha axivî “Boyqot ket e sala şeşan. Ev ambargo li ser milyonek û 6 sed hezar Fîlîstînî, tesîrek ğeddar dike. Ji sedî 80 însanê Filîstîn, hewceyê alîkariya însanî ne. Ev ambargo, tê me’neya cezakirina hemî kesan bi hev re, mehrûm kirina ji heqên însanî yên esasî û binpê kirina hiqûqa navdewletî. Ğezze, di warê kirina îxracat û îtxalat, gera serbest ya di behr û ber û hewayî de, marûzî gelek neheqiyan dibe. Divê ev boyqot bê rakirin.”

Li aliyê din FÎFA jî, ji siyonîst Îsraîl berdana fitbolîst Mahmûd es Sersek xwest. FÎFA ya yekîtiya federasyona fitbolê ya navdewletî, ji Îsraîl xwest ku Mehmûd es Sersekê ku sê meh e di greva birçîbûnê de ye berde û fitbolîstên Fîlîstînî ji heqan mehrûm neke. (Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.