Îsraîl Hat Şermezar Kirin

Îsraîl Hat Şermezar Kirin

Fransa û Tirkiye Ji Ber Planên Înşaatan Îsraîl Şermezar Kir

 Siyonîst Îsraîl dixwaze Qûdsê bike bajarê Yahûdiyan. Ji ber vê yekê malên Fîlîstîniyan xera dike. Rûxsatan nade wan. Li gelek deveran bê hiqûqa navnetewî planên avakirina mehelên Yahûdiyan rast dike. Ji ber vê yekê, ji hinek teşkîlat û dewletan tê şermezar kirin. Hewce ye ku teşkîlata dewletên yekbuyî li ber van bêhiqûqiya bisekine. Mixabin tepkiya mezin şermezarkirin e.

Di vî warî de dewleta Fransa jî ji ber îhala înşaatan, siyonîst Îsraîl şermezar kir. Fransa da zanîn ku înşaatên li rojhilata bajarê Qûdsê, yekser ziddî hiqûqa navnetewî ne. Berdevkê wezareta karên derve yê Fransa îqaz kir ku teşebusên wiha zirarê didin hewl û xebatên aşîtiya herêmê.

Berdevk îfade kir ku teşebusên dawî dibin sedemên endîşeyên ciddî û rewşa rageşî ya li herêmê dijwartir dike. Tevgerînên Îsraîl li dijî hiqûqa navnetewî ne.

Wekî tê zanîn hikûmeta Îsraîl ji bo rakirina lojmanên li Rojhilata Qûdsê îhaleke nû vekiribû. Serekcimhûrê Fransa Françoîs Hollande, hefta borî li Parîsê endîşên xwe ji serekwezîrê Îsraîl re gotibûn.

Li aliyê din ji wezareta karên derve ya Tirkiyê jî mesaja şermezarkirinê hat diyar kirin. Di mesajê de wiha hat gotin “Îsraîl li ser erda Fîlîstîna îşgalkirî,li dijî hiqûqa navnetewî fealiyetên avahiyên nû rast dike. Li Pîsgat Zeev, Ramot û Arîelê ji bo rakirina 1200 yekîneyên avahiyan îhale vekiriye. Em vê qirarê şermezar dikin.” www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.