Îsraîl Ji Xwe Ditirsê

Îsraîl Ji Xwe Ditirsê

Siyonîst Ji Tirsa Mirinê Her Tiştî û Her Kesî Dijmin Dibîne

Siyonîst Îsraîl ji tirsa mirinê, derûdora xwe dîwar dike, bi fuzeyan êrîşî bajarên Filîstînê dike, Filîstîniyên bêsûc digre û wan li hepsan dide îşkencê.

Hat îfade kirin ku eskerên Yahûdî, li Şerîaya rojavayê li çend beldeya operasyon rast kiriye. Di operasyonan de 14 Fîlîstînî hatin desteser kirin.

Radyoke siyonîst diyar kir ku li Kalkîlya, Ramallah, Beytullahm û El Xelîlê, di operasyonên eskerên Îsraîl de 14 Fîlîstînî hatine girtin. Hat îddîa kirin ku van kesan, bi gumana êrîşên li Îsraîlê re eleqedar in hatine girtin.

Çavkaniyên Filîstînî jî diyar kirin ku di dema girtina Mûrad Aştewî de, munaqeşe çêbuye. Di navbera eskerên siyonîst û Filîstîniyan de pevçûn qewimiye. Di pevçûnê de kufleta Mûrad û 3 zarokên wî birîndar bûne. Siyonîst îddîa dikir ku Mûrad Aştewî, pêşevaniya meş û mîtîngên li ber Yahûdiyan û li ber dîwarê ewlehiyê kiriye.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.