Îsraîl Kê Dixapîne?
Di sala 2000î de li Ğezzeyê Mûhammed Ed Dûrayê 12 salî û bavê wî, di nav şer û agirê eskerên siyonîst de mabûn.
Di sala 2000î de li Ğezzeyê Mûhammed Ed Dûrayê 12 salî û bavê wî, di nav şer û agirê eskerên siyonîst de mabûn. Mixabîrê kanala Frens 2 ya Fransayî, kêl bi kêl êrîşa li Mûhammed Ed Dûra û bavê wî û kuştina Mûhammed Ed Durayê 12 salî û birîndarbûna bavê wî kişandibû. Ji teref eskerên siyonîst ve kuştina zarokekî 12 salî, dinya rakiribû ser piya. Kuştina Mûhammed Ed Dûrayê, bûbû sebeb û sembola Întîfada dudan. Li seranserê dinyê Îsraîl hatibû rexne û tenkîdkirin.
Hat îfadekirin ku kuştina zarokekî 12 salî, ewqas îmaja rejîma terorê xerakiribû, Binyamîn Netanyahû komîsyonek da sazkirin da ku, vê hadîseyê bikole. Dûre vê komîsyonê mîna henekê xwe bi dinyê bike beyan kir ku, kuştina Mûhammed ed Dûrayê, montaj e.
Li ser vê beyanê bavê Mûhammed ed Dûrayê Cemal ed Dûra qehirî û îfade kir ku, hazir e ku destûrê bide otopsiya kurê xwe û xwest ku, komîsyoneke navnetewî bê avakirin da meselê bipirse. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.