Îstatîstîkên pirtûkxaneyan hat eşkerekirin
Ji teref TUÎKê ve îstatîstîkên pirtûkxaneyan hat eşkerekirin.
Ji teref TUÎKê ve îstatîstîkên pirtûkxaneyan hat eşkerekirin. Li gor daneyên ku hatine ragihandin li welêt ji sala 2016an vir ve tev de 28 hezar û 970 pirtûkxane hene.
Her wiha di raporta ku hatiye weşandin de hat diyarkirin di nav van 28 hezar û 970 pirtûkxaneyan de pirûkxaneyeke neteweyî, hezar û 137 pirtûkxaneyên gel, 552 pirtûkxaneyê zanîngehan û 27 hezar û 280 jî pirtûkxaneyên saziyên perwerdehiya honakî û belavbûyî hene.
Di daneya TUÎKê de her wiha derheqê hejmarên endamên ku li pirtûkxaneyan qeydirînê de jî agahî hat dayîn. Li gor daxuyaniyê qeyda 26 hezar û 996 kesan li Pirtûkxaneya Neteweyî, qeyda milyonek û 697 hezar û 90 kesan li pirtûkxaneyên gel û qeyda 3 milyon û 810 hezar û 634 kesan jî li pirtûkxaneyên zanîngehan heye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.