Îswîçre Guhnade Boykotê
Wê Îswîçre Kirîna Petrola Xam Ji Îranê Bidomîne
Li gor xeberan Press TVyê, hat diyar kirin ku Îswîçre guhnade qirarên boykotê yên Emrîka û Yekîtiya Ewrûpa yên dijî Îranê û wê ji Îranê kirîna petrola xam, bidomîne.
Îdara karên ekonomîkê ya federal ya Îswîçreyê, da zanîn ku Îswîçre wê tevlî qirarên boykotê yên di ‘aleyhê Îranê de nebe û guhnede te’deyên Emrîka û Yekîtiya Ewrûpa. Berdevkê karên derve yê Îswîçreyê eşkere kir ku dixwazin bi Îranê re, têkiliyên baş mihefeze bikin.
Her wiha di meha Nîsanê de, hikûmeta Îswîçre, guhnedabû qirarên boykotê yên Yekîtiya Ewrûpa û hebûna malên banqa merkez ya Îranê nedabû cemidandin. Di meha borî de jî, di navbera Îswîçre û Emrîka de, ji ber mesela boykota li Îranê, talî û tengî qewimîbû. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.