Îşxalkeran, di êrîşa bejahîyê de biqestî sîvîlan hedef digrin û li wan îşkenceyan dikin

Îşxalkeran, di êrîşa bejahîyê de biqestî sîvîlan hedef digrin û li wan îşkenceyan dikin

Leşkerên sîyonîstên îşxalker, sîvîlên ku li Xezzeyê bi alên spî dimeşin dikin hedef û wan qetil dikin, ji bi sedan sîvîlan re jî îşkenceyan dikin.

Li gorî çavkanîyên herêmî yên Fîlîstînê, hat diyarkirin ku hêzên rejîma îşxalker di encama êrîşên xwe yên ku doh li Beyt Lahîya li bakurê Xezzeyê lidarxistin de bi sedan ciwanên Fîlsîtînî yên sîvîl desteser kirin û ji wan re îşkence kirin.

Çavkanîyên herêmî îfade kirin ku îşxalkeran, ciwanên sîvîl di hewaya sar û serma de tazî kirin, destê û çavên wan girê dan û ji wan re îşkenceyê kirin.

Tê destnîşankirin ku terorîstên îşxalker bi sedan sîvîlên Fîlîstînîyan ji herêmên ku nayê zanîn re birin.

Resadxaneya Mafên însan yê Behra Spî-Ewrupayê jî diyar kir ku ew ev îxlalên mafan belge kirine.

Resadxane di heman demê de destnîşan kir ku ji wan re gelek belge hatine dayîn ku ji akademîsyen, doxtor, rojnameger û îxtîyar ên ku ji cîhê xwe bûne re miameleyên kêfî tên kirin.

Ji teref Resadxaneyê ve hat îfadekirin ku rojnamegerekî hatîye desteserkirin û di dema wê desteserkirinê de rojnameger mecbûr maye ku zarokê xwe yê astengdar bêxwedî hiştîye û tê îfadekirin cil û bergên wî rojnamegerê jî bi zorê li ser wî hatîye derxistin.

Hat destnîşankirin ciwanên ku nexwestine cil û bergên xwe derbixin jî ji teref terorîstan ve hatine qetilkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.