Îşxalkeran li Xan Yûnisê qetlîamê pêk anîn

Îşxalkeran li Xan Yûnisê qetlîamê pêk anîn

Di vê qetlîama ku ji teref siyonîstên îşxalker ve li dijî awareyên rojhilatê Xan Yûnisê hat kirin de herî kêm 30 kes şehîd bûn û 53 kes jî birîndar bûn ku birîna hinekan giran e. HAMAS, piştî qetlîamê banga demildest xwepêşandanan li hemû cîhanê kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku îşxalkeran bombe li Dibistana El-Ewde ya li herêma Abasan a rojhilatê Xan Yûnisê li dijî koçberan pêk anîn.

Wezaretê diyar kir ku di qetlîama îşxalkeran de heta niha 25 kes şehîd bûne û 53 kes jî birîndar bûne ku di nav birîndaran de rewşên wan ên ku giran in jî hene.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku hejmara şehîdan herî kêm 30 ye.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de tê dîtin ku bi dehan cenaze û birîndar li erdê ne û gelê derdorê jî ji bo rizgarkirina birîndaran seferber bûne.

Daxuyaniya HAMASê: Li hemû cîhanê demildest dakevin kolanan

HAMASê di daxûyaniya xwe de diyar kir ku komkujiya Mekteba El Awda ya li Xan Yûnisê dirêjkirina şer û qetlîamên ku rejîma terorîstî ya sîyonîst li dijî gelê Filistînê pêk tîne ye.

HAMASê ji bo şermezarkirina komkujiyan û rawestandina şerê qirkirinê banga meşên hêrsê li hemû bajarên cîhanê kir û weha got:

“Em bang li gelên Ereb û Îslamî û gelên cîhana azad dikin ku ji bo piştgiriya gelê me yê li Xezzeyê serhildan û tevgerên xwe nû bikin û bi xwepêşandanên girseyî û meşên hêrsê tavilê dakevin qadan. Em bang li her kesî dikin ku heta qirkirina sivîlên bêguneh ên li Xezzeyê bi dawî bibe, li hemû qadan û kolanan xwepêşandan û zextan mezin bikin.

Her wiha em piştgiriyê didin gelê xwe û ciwanên serhildêr ên li Şerîaya Rojava heta ku êrîş li ser xaka me, gelê me û cihên me yên pîroz bê şikandin. Em bang li we dikin ku hemû rê û rêbazan seferber bikin, bi vî dijminê qetlîamker re tevbigerin û beşdarî şerê li dijî Tofana Eqsayê zêde bikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.