Îşxalkerên sîyonîst, Fîlîstînîyan dûçarê koçê dike

Îşxalkerên sîyonîst, Fîlîstînîyan dûçarê koçê dike

Îşxalkerên sîyonîst, li Xezzeyê bomberdûmana xwe didomîne, Fîlîstînîyan jî ji bo koçê mecbûr dihêle. Hejmarê Fîlîstînîyên ku ji warê xwe bûne 657 kesan derbas kir.

Êrîşên ku ji 7ê Cotmehê vir ve li dijî Xezzeyê hatine destpêkirin ev bû 85 roj e bênavber berdewam dike.

Rejîma îşxalker a sîyonîst, Fîlîstînîyan zarok, pîrek û îxtîyar cuda nake qetil dike, hejmarê şehîdan jî derket 21 hezar û 672 kesan.

Bi milyonan Fîlîstînî jî ji koçê re tênê mecbûr hiştin.

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku hejmara Filistîniyên ku li bajarê Refahê ji cih û warên xwe bûn, ji 657 hezarî derbas kir.

Di daxuyaniyê de koçkirina bi darê zorê ya Filistîniyan a ku ji ber îşxalkeran koç dikin jî hat şermezarkirin û hat ragihandin ku zêdeyî 150 hezar kes ku piraniya wan zarok û jin in, cihê ku biçinê nemane.

UNRWA diyar kir ku Filistîniyên ji cih û warên xwe bûne, hewcedariyên bingehîn ên wekî xwarina saxlem û ava paqij miruz in. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.