Îşxalkerên sîyonîst ji bo “Dawîkirina statûya Îslamî” ya Mescîdî Eqsayê banga êrîşê kir

Îşxalkerên sîyonîst ji bo “Dawîkirina statûya Îslamî” ya Mescîdî Eqsayê banga êrîşê kir

Xespkerên Cihûyî, daxuyand ku ji bo “Dawîkirina statûya Îslamî” ya Mescîdî Eqsayê û ji bo “Cihûyîkirin”ê wê êrîş li dar bixin.

Komên Cihûyî ên sîyonîst ku ji wan re navê “Komên Mabedê” hatîye dayîn, bi daxuyanîya hevpar a niviskî de diyar kirin ew ê îşev êrîşî Mescîdî Eqsayê bikin.

Di daxuynîyê de hat destnîşankirin ku ew ê vê êrîşê ji bona “mesulîyeta îdareyê a Weqfên Îslamî yê Qudsê ku li ser Mescîdî Eqsa heye dawî bikin.” Û Quds û Mescîdî Eqsayê “tam bikin bin hakimîyeta Cihûyîyan” lidarbixin.

Rejîma îşxalker jî ji bona ku ev plana cihuyîkirina Mescîdî Eqsayê bikarbîne, di dema êrîşa xespkerên Cihûyîyan de wê wan biparêze.

Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê, ev teşebûsên ku hakimîyeta Misilmanan îxlal dike bi navê “êrîşê” dide wesifandin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.