Îxwan Partî Ava Dike
Îxwanê Sûriye Ji Bo Pêşerojê Dixwaze Partiyek Siyasî Damezrîne
Berî niha, Îxwanul Muslîmînê Sûriye, li Stenbolê, der heqê mucadela xelkê Sûriye de, konferansek li dar xistibû. Konferans du roja dewam kir.
Serekê buroya siyasî ya Îxwanê Sûriye Elî Sedreddîn Beyanûnî, beyanata dawî ya konferansê xwend û da zanîn ku ji bo îdara sivîl ya pir partiyên demokratîka di pêş de, dixwazin partiyek damezrînin. Wê partiya wan, tu kesî dervê derî neke û bi hemî tevgerên siyasiyên Sûriye re hevkarî bike.
Di konferansê de, serekê Îxwanê Sûriye Riyad Şaqfa jî, beyan kir ku destekê didin mucadela azadiya xelkê Sûriye. Xelk li ber rejîma zalim xurtir e. Wê xelkê Sûriye bighê zeferê. (Ferman Çiyayî/ Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.