Jehrdayîya Karbonmonoksîtê
Bi sarbûna dinyayê, di hadîseyên jehrdayîya karbonmonoksîta sobeyê jî zêde bûn
Bi sarbûna dinyayê, di hadîseyên jehrdayîya karbonmonoksîta sobeyê jî zêde bûn. Li Karakukê 3 birayên Efğanî, li Kayseriyê jî jin û mêrek yên êxtiyar, ji ber karbonmonoksîta sobeyê can dan.
Hat gotin ku malbata Efğanî, ji bo xwe germ bikin, di hundirê tenekeyê de agir dadane. Bi şev tenekê li odê dihêlin. 3 zarok ji ber gaza karbonmonoksîtê can didin. Dê û bav ji ber di odeyeke din de bûn, tiştek bi wan nehatiye.
Li aliyê din li Kayseriyê jî, jin û mêrek yextiyar ji ber karbonmonoksîtê can dan. Hadîse li mehela Mîmar Sînan Dereyê qewimî. Merivên wan bi wan hesiyan. Xeber dan serwîsa acîlê. Lê her dûwa can dabûn.
Pispor welatiyan îqaz dikin ku kulekan paqij bikin, hewa paqij têkeve hundir, bişev gava raketinê jî, sobe miheqqeq bê tefandin. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.