Ji 111 xalên Stenbolê dê ji bo bernameya Wîladeta Pîrozveguhastina bêheqbê kirin

Ji 111 xalên Stenbolê dê ji bo bernameya Wîladeta Pîrozveguhastina bêheqbê kirin

Ew ê sibe li Yenîkapiya Stenbolê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya Wîladeta Pîroz bê lidarxistin. Ji bo vê bernameya ku dê bê lidarxistin dê ji 111 xalên Stenbolê dê veguhastina bêheqbê kirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Koordînatoriya Stenbolêya Platforma Evîndarên Pêxember ve hat dayîn de hat diyarkirin ji bo bernamê xebatên haziriyê berdewam in û wiha hat ragihandin: “Ji bo xelkê me yê ku Evîndarên Pêxember e ber bi qada bernamê ve bê veguhastin dê ji herama Anatolî ji 29 xalên 10 navçeyan û ji herama Ewrûpayê jî ji 82 xalên 18  navçeyan   wesayîtên me yên serwîsê yên bêheq rabin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat telebkirin kesên ku îmkanên wan hebin bila bi wesayîtên xwe biçin qada bernamê û her wiha kesên ku dixwazin di warê veguhastinê de xêrê bikin jî bila bi platforma re têkevin têkiliyê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.