Ji 19 milyonî zêdetir xwendekar îro dest bi tetîlê dikin

Ji 19 milyonî zêdetir xwendekar îro dest bi tetîlê dikin

Ji 19 milyonî zêdetir xwendekarên ku di dibistanên berîya dibistanê, dibistana ewil û dibistana navîn de dixweyînin, ji bo 2 hefteyan îro dest bi tetîlê kirin.

Dewra yekem a sala hînkirin û perwerdehî ya 2023-2024an temam bû.

Ji bo ji 19 milyonî zêdetir xwendekaran re îro tetîl dest pê dike.

Tetîla nîvsalî, wê di 22yê Çileyê de dest pê bike û ew ê di 2yê Sibatê roja Înê de temam bibe.

Hat îfadekirin ku ew ê zengila ewil a ji bo dewra duyem wê di 5ê Sibatê roja Duşemê de lêkeve.

Hat îfadekirin ew ê navbera ewil a dewra duyemîn jî di navbera 8ê nîsanê û 12 Nîsanê de be.

Wê dewra duyemîn jî di 14ê Hezîranê roja Înê de dest pê bike.

Li gorî teqwîmê, wê sala hînkirin-perwerdekirina 2024-2025an jî di 9ê Îlonê de dest pê bike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.