Ji Alî Komeleyên Îslamî Ve Alîkarî

Ji Alî Komeleyên Îslamî Ve Alîkarî

Ji Alî Komeleyên Îslamî Ve Alîkarî

 Saziyên alîkariyê yên beynelmîlelî Îho Ebrar û Komeleya Yetîman a Awrûpa, îsal bi wesîleya cejna qurbanê li Kenya, Arakan, Erître û Ûgandayê, bi deh hezaran malbatan bi alîkariyên goştê qurbanê û bi alîkariyên neqdî kêfxweş kirin.

Murat Korkûtata yê ku Komeleya Yetîman a Awrûpa li Kenya yê temsîl kir ji Ajansa Xeberan a Îlkeyê re peyivî.

Korkutata beyan kir ku: “ Bi xebatên ekîbeke xêrxwazan berî niha qurban hatibûn amade kirin. Dema em gihîştine Kampa Dadaap qurbanên ku wê bên serjêkirin hatibûn civandin.”

Korkutata dîsa beyan kir ku: “Gelê li wê dera heyata xwe dewam dike gelek feqîr in. Digel goştê qurbanan me alîkariyên neqdî jî belav kir. Birayên me yên li ‘Efrîqa bi awayê maddî gelek feqîr in, lê belê ji aliyê me’newî ve me gelek ji wan îstîfade kir. Di şert û mercên giran de girêdana bi Xweda ve divê çawa be me ji wan hînkir.”

Korkutata di dawiya beyanatên xwe de bangî Musulmanên Tirkiyê kir ku go: “ Me li Somalî heyateke di bin şert û mercên giran de dî. Em bi wasîteya we dixwazin ku van şert û mercên giran bi gelê xwe bidin zanîn. Gelek îhtîyaciyên wan yên ‘acîl hene. Em birayên xwe yên li ‘Efrîqa ji bîr nekin. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.