Ji Barzanî daxuyaniya ‘referandûma xweseriyê’

Ji Barzanî daxuyaniya ‘referandûma xweseriyê’

Serokê Herema Kurdistana IraqêMesûd Barzanîdestnîşan kir ew ê di demake nêz de referandûma xweseriyê tertîp bikin.

Sekreterê Giştî yê YAyê Antonîo  Guterres û heyeta digel pê re ji bo ziyaretinan çûn Kurdistana Iraqê. Guterres û heyeta digel pê re ji teref Serokê Herema Kurdistana Iraqê  Mesûd Barzanî  ve li avahîya serokatiyê ya li Hewlêrê hatin pêşîwazîkirin.

Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat kirin. Hat diyarkirin di hevdîtinê de alîkariya ku dê ji bo penaberan bê dayîn û mijarên mîna ‘referandûma xweseriyê’ hatin axavtin.

Piştî hevdîtinê Barzanî ji ber ziyareta ku hatiye kirin kêfxweşiyên xwe anî zimên û dû re di derheqê referandûma xweseriyê de diyar kir ji bo xelk karibe di derheqê dahatûya xwe de qerarê bide dê di demeke nêz de ‘referandûma xweseriyê’ bê tertîpkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.