Ji Ber Avahiyên Nû Misir, Japonya û Dyê Îsraîl Lomandin

Ji Ber Avahiyên Nû Misir, Japonya û Dyê Îsraîl Lomandin

Siyonîst Îsraîl guhnade hiqûq û qirarên navnetewî. Li ber çavê dinyê avakirina xaniyên nû tesdîq dike.

Siyonîst Îsraîl guhnade hiqûq û qirarên navnetewî. Li ber çavê dinyê avakirina xaniyên nû tesdîq dike. Her çiqas li ber wê tepkî û şermezarkirin hebin jî, ji ber ku tu mueyyîde nayên kirin, Îsraîl qurre û torr dibe.

Wezareta karên derve ya Misrê bi beyanatekê, qirara Îsraîl ya li rojhilata Qûdsê avakirina 2 hezar û 610 xaniyan şermezar kir. Di beyanê de hat îfade kirin ku, di nava xebatên aştiyê û tesdîqkirina plana avakirina xaniyên nû de, nakokîyek mezin heye. Dîsa hat gotin ku vê qirara Îsraîl, di aleyhê hiqûqa navnetewî de ye.

Li aliyê din Japonya jî, li ber qirara avakirina xaniyan tepkî nîşan da. Ji wezareta karên derve ya Japonyayê hat beyan kirin ku, Japonya ji vê qirarê endîşe û tatêlê dike. Di beyanê de wiha hat gotin “Plana Îsraîl, rastî dewra ku cemiyeta cîhanê ğeyret dike ku muzakereyên navbera Fîlîstîn û Îsraîl de dest pê bike dibe. Vê teşebbusa Îsraîl, rê li ber çareya du dewletî digre. Qirara xaniyan, pêlêkirina hiqûqa navnetewî ye. Em gazî dikin ku ji bo guhertina statuya rojhilata Qûdsê, Îsraîl dev ji gavên xwe berde.”

Her wiha ji teşkîlata dewletên Yekbûyî jî tepkî hat nîşandan. 14 mensûbên Konseya Ewlekariyê, der heqê qirara Îsarîlê de, diyar kirin ku avahiyên li erda Filîstînê tên çêkirin, li dijî hiqûqa navnetewî ye. Divê Îsarîl dev ji vê qirarê berde. Tenê Emerîka piştgirî neda vê beyanatê. Fransa, Elmanya, Portekîz û Îngîlîstanê, bi beyanateke şirîk îfade kirin ku li ber çêkirina avahiyên nû ne. Di beyanatê de hat diyar kirin ku plana çêkirina avahiyên nû, pêvajoya çareseriyê dixe talûkê.

Dewletên ku dixwazin Îsrail ji vê qirara xwe bizivire, îfade kirin ku divê Îsraîl ji cihên ku di sala 1967an de îşgal kiriye derkeve.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.