Ji ber barîna berfê li 4 bajaran perwerde hat rawestandin

Ji ber barîna berfê li 4 bajaran perwerde hat rawestandin

Li Colemêrgê ji ber barîna berfê îro li hinek taxên Gîresûnê perwerde hate rawestandin. Li Trabzon û Artvînê ji ber hewaya berf û cemedê dê perwerdeya sewqiyata îmkan nebe.

Li gelek bajarên Tirkiyeyê hewaya berf û sar bi tesîrdar e.

Ji ber barîna berfê û cemedê li 4 bajaran dibistan hatin girtin.

Hat diyarkirin ku li bajara Colemêrgê ji bilî saziyên perwerdehiya bilind li hemû saziyên perwerdehiyê hatin rawestandin.

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Trabzonê ve hat dayîn de hat îfadekirin Piştî şert û mercên nebaş ên hewayê yên li bajarê me hemû rêyên taxên wan vebûne. Lê li gorî raporên meteorolojiyê ji ber ku îşev metirsiya cemedê heye, hemû dibistanên seretayî û navîn, ên li bajarê me wê girtî bin

Li Gîresûnê jî îro li hemû dibistanên navçeya Çanakçiyê û li dibistanên gundên navçeyên Espiye, Tirebolu, Gorele û Eynesîlê perwerdehî hat rawestandin. Li navçeyên Espiye, Tirebolu, Gorele, Eynesil, Dogankent û Gûceyê jî xwendekarên di çarçoveya perwerdeya bi otobusan de dê îro di betlaneyê de bin.

Hate diyarkirin ku îro li Artvînê li hemû dibistanên seretayî û navîn, navendên perwerdehiya taybet û rehabîlîtasyonê û navendên perwerdehiya giştî tenê ji bo xwendekarên ku perwerdeya veguheztinê dibînin, perwerde hatiye rawestandin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.