Ji ber berfa ku bariya axura heywanan hedimî: 20 mih telef bûn
Li Kanîreşa Çewligê ji ber berfa ku zêde bariya axura heywananhedimî, di encama bûyerê de 20 mih telef bûn.
Hat ragihandin li Kanîreşa Çewligê ji ber berfa ku 2 rojan bênavber gelekî zêde bariya axura heywanan hedimî, di encama bûyerê de 20 mih telef bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di wextên êvarî de li Kanîreşa Çewligê ji ber berfa ku zêde beriya stargeha heywanan a ku wek konê hatibû çêkirin xera bû. Malbata Aksoy a ku ji bûyerê haydar bû xebarê da cîranên xwe. Bi alîkariya cîranan ji 150 heywanên ku di bin çadirê de mabûn tev de 130 heywan hatin xelaskirin û 20 mih jî telef bûn.
Xwediyê heywanan Serfît Aksoy derbarê mijarê de diyar kir ew bi dengê ku êvarê bihîstiye ji xerabûna konê haydar bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Çawa ku ez derketim derve min dît ku kona heywana xera bûye. Hema bi lez min xeberê da cîranan, me digel hev exlebeyê heywanan rizgar kir, lê mixabin 20 mihên min telef bûn.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.