Ji ber berfê mekteb hatin tatîlkirin

Ji ber berfê mekteb hatin tatîlkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajêran ji ber berfa ku dibare gelek mekteb ji bo rojekê hatin tatîlkirin.

Berfa ku ji doh nîvro ve li gelek bajêran dibare bû sedema tatîlkirina gelek mekteban. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li bajarên bi navê Xarpêt, Kastamonu, Mûş, Bayburt, Qars, Bolu, Gumuşhane, Erzerom û li Kayseriyê ji ber barîna dijwar a berfê mekteb hatin tatîlkirin û ji perwerdehiyê re rojek navbir hat dayîn.

Di derbarê mijarê de her wiha ji teref walîtiyên bajêran ve hat destnîşan kirin ji ber barîna dijwar a berfê di 14ê Kanûnê de mekteb ji bo rojekê hatine tatîlkirin.(ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.