Ji ber ku ambûlans nehat birîndar bi pîqabê birin nexweşxanê
Li Akçakaleya Rihayê îskeleya înşaatê hat xwarê û 2 karker birîndar bûn, ji ber ku ambûlans nehat karkerên birîndar bi pîqabê rakirin nexweşxanê.
Hat ragihandin li Akçakaleya Rihayê îskeleya înşaatekê hat xwarê. Di dema ketina îskelê de 2 karkerên ku li qeta 3yemîn li ser îskelê bûn ketin xwarê û birîndar bûn. Ji ber bûyera ku qewimî kesên derdorê gazî ambûlansê kirin lê ji ber ku li Akçakaleyê ambûlans tunebû diviyabû li benda ambûlansa ku dê ji Harranê hatibana bisekin.
Dema ku ambûlans nehat cihê bûyerê kesên derdorê piştî saatekê, kesên birîndar bi pîqabê rakirin nexweşxanê. Hat hînbûn rewşa kesên birîndar baş e.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.