“Ji ber ku li Helepçê ramana tewhîdî hebû wê derê kirin hedef”

“Ji ber ku li Helepçê ramana tewhîdî hebû wê derê kirin hedef”

Serokê Bajarê Semsûrê yê HUDA PARê Alî Çelîk, Serokê Vahdet-Derê Bîlal Demîr û Ahmet Doganê ji rîsipiyên herêmê bi minasebeta Qetlîama Helebçê daxuyanî dan.

Bi wesîla salvegera 29 emîn Qetlîama Helebçê Serokê Bajarê Semsûrê yê HUDA PARê Alî Çelîk, Serokê Vahdet-Derê Bîlal Demîr û Ahmet Doganê ji rîsipiyên herêmê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de destnîşan kirin diêvê ku alema Îslamê bibe yek.

Serokê Bajarê Semsûrê yê HUDA PARê Alî Çelîk diyar kir ku Helebçe erdnîgareke mezlûm e. Dûvre Çelîk wiha axivî: “Gelo çima Helebçe bibû hedef? Maşeyên Emperyalîst ên Xerbê û Saddam bi taybet Helebçê kirin hedef. Ji ber ku Helebçe xwedî ramana tewhîdî bû û ferq nedixist nabeyna mezheban û li cem birayên xwe yên Misliman bû. Îro jî bi heman şiklê maşeyên emperyalîstan li her derê Mislimanan qetil dikin. Doh Saddam, îro Sîsî û Esad… Mixabin mislimanê bi destê Mislimanan didin qetilkirin.”

Serokê Vahdet-Derê Bîlal Demîr diyar kir ku li Helebçê 5 hezar însan însan hatine qetilkirin û qasê wê jî seqt bûne. Dûvre Demîr diyar kir ku bes zulm li Helebçê nehatiye kirin û heta îro jî bi çekên ku Ewrûpa çêdike Misliman tên qetilkirin.

Demîr diyar kir ku 19 sal berê ev qetlîam hatiye kirin lê hêj jî îro li Helebçê însan wek seqet tên dinyayê. Şewata ku wê rojê çêbûye hêj jî nehatiye bîrkirin.

Demîr wiha pê de çû: “Zarokên ku li ber serê dayîkên xwe yên ku mirine, zarokên ku li ber pîsera dayîkên xwe şîr vedixwarin, ax û nalînên zarokên ku ji ber bêçaretiyê feryad dikin hêj jî kezebên me dişewitîne. Zulma zaliman bes li Helebçê sînordar nebû. Ji wê rojê heta îro gelek Helebçe hatine dîtin.”

Ahmet Doganê ji rîsipiyên herêmê jî bangewazî kir bila Misliman li dijî Emperyalîstên Xerbî bibin yek. Dûvre Dogan wiha pê de çû: “Çendîn sal e ku qetlîama Helebçê çêbûye lê hêj jî nehatiye jibîrkirin. Em bûn şahidê qetilkirina 5 hezar însanan. Dûvre me bihîst gaza ku li Helebçê hatiye avêtin ji ya ku li Hîroşîmayê hatibû bikaranîn bandordar bûye. Micadeleya di nabeyna Ûris û DYEyê de hedef Misliman in. Divê ku ev li dijî tewra wan baldar bibin. Em li kû dibin bila bibin divê ku derdê Mislimanan ji xwe re bikin derd.” (ÎLKHA) 








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.