Ji ber minasebeta Wîladeta Pîroz gul hatin belavkirin

Ji ber minasebeta Wîladeta Pîroz gul hatin belavkirin

Li Bismila Diyarbekirê ji ber minasebeta wîladeta Hz. Muhammed(s.x.l.) sazîyên civakên siwîl gulan belavkirin.

Temsîlkarên 24 saziyên civakên siwîl ên ku li Bismilê civiyan ji ber minasebeta wîladeta Hz. Muhammed(s.x.l.) gulan belavkirin.

Heyeta ku di nav de Alî Bîlmezê Serokê Navçeya Bismilê yê HUDA PARê jî hebû pêşî li esnaf û welatiyan gerîyan û ji wan re bi slogana ‘Ji bo her gulekê selewatek’ gul belav kirin û dû re jî çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Heyet li vê derê jî nexweş, doxtor, hemşire û personelên din  ziyaret kir  û gul ji wan re teqdîm kir.

Coşkun Bulutê ku li ser navê STKyan daxuyanî da destnîşan kir wan ji ber minasebeta wîladeta Resûlullah xebateke wisa tertîp kirine.(ÎLKHA)








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.