Ji birêveberên HUDA PARê re cezaya sosret hat dayîn

Ji birêveberên HUDA PARê re cezaya sosret hat dayîn

Di encama pêvajoya darazê ya bi kumpas û komployêndaraza FETO hatibû vekirin de ji Arîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê M. Bahattîn Temel û Saîd Şahîn û her wiha ji Bireveberê Weşana Giştî yê Rehber TVyêFîkret Gultekîn re cezaya sosret hat dayîn.

Di encama doza ku bi kumpas û komployên FETO hatibû tertîpkirin de qerareke ecêbmayî hat dayîn. Di encama pêvajoya darazê ya kumpasa daraza FETO de ji Arîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê M. Bahattîn Temel û Saîd Şahîn û her wiha ji Bireveberê Weşana Giştî yê Rehber TVyê  Fîkret Gultekîn re cezaya sosret hat dayîn. Li gor agahiyên ku parêzerê dozê dane ji her yekî wan re 6 sal û 3 meh cezaya hepsê hatiye dayîn.

Hasan Bozdaşê ku ji parêzerên dozê ye di derbarê mijarê de diyar kir digel ku tê zanîn ev doz bi komplo û kumpasên FETO hatiye tertîpkirin û digel ku tê zanîn bi delîlên sexte STKyên Îslamî û camiyên cuda tên hedefgirtin û digel ku ev tişt hatine îspatkirin jî  dîsa ji kesên  mexdûr re ceza tê dayîn  ku ev yek mirov dide fikirandin.

M. Bahattîn Temel, Saîd Şahîn û Fîkret Gultekînê ku di 17ê Çileya 2017an de bi îddiaya ‘Birêveber û Endambûna Hîzbulah’ hatibûn girtin. Ji yekî van her 3 kesan re tev de 12 sal û- 6 meh ceza hatibû dayîn. Lê qerara cezayê ji teref 16emîn Daîreya Cezayê a Dadgeha Bilind ve hat xerakirin.  Mehkemya mehelî ya ku dosya jê re hatibû şandin ji yekî bertewanan re 6 sal û 3 meh cezaya hepsê dabû.(ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.