Ji bo 800 hezar Filistînîyên ku li bakurê Xazzê dimînin hişyarîya birçîbûn û xelayê hat kirin

Ji bo 800 hezar Filistînîyên ku li bakurê Xazzê dimînin hişyarîya birçîbûn û xelayê hat kirin

Hat ragihandin ji ber êrîş û astengkirinên rejîma siyonist û îşxalker 800 hezar Filistînîyên ku li bakurê Xazzê dimînin bi birçîbûn û xelayê rû bi rû man.

Derbarê mijarê de ji teref Heyva Sor a Filistînê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, rejîma siyonist hêj dibe asteng ku ew alîkarîyên ku ji bo Filistînîyan tên şandin bên gihandin wan û wiha hat diyarkirin: “800 hezar Filistînîyên ku li bakurê Xazzê dimînin hişyarîya birçîbûn û xelayê rû bi mane. Li Xazzê rewş her ku diçe xerabtir û girantir dibe. Ji bo peşik av Xazzeyî bi seatan di dorê de dimînin û alîkarîyên ku tên şandin ji teref rejîma îşxalker ve hêj tên asntegkirin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.