Ji bo avahiyên ku nehatine temamkirin daxwaza qeyyumê

Ji bo avahiyên ku nehatine temamkirin daxwaza qeyyumê

Li Mêrdînê ji ber hinek pirsgirêkan ev 6 sal e avahiyên ku di halê înşeatê de ne nehatine temamkirin. Ji ber vê yekê kesên xwedî maf diyar kirin ew dixwazin bila ji bo TOKÎ qeyyum were tayînkirin.

Li Mêrdînê piştî ku mitehîd Avahiyên Şahmeranê di nêvî de hêşt û çû bi hezaran kes mexdûr bûn. Ji ber vê yekê kesên ku di van avahiyan de mafên wan hene diyar kirin bila ji bo van avahiyên ku di sala 2012an de dest bi sazkirina wan hatine kirin qeyyum werin tayînkirin.

Parêzer Ozgur Oral li ser navê kesên xwedî maf ên ku li ber TOKÎ hatibûn cemhev daxuyanî da. Oral diyar kir ku ew ji bo pirsgirêka hezar û 50 daîreyên Avahiyên Şahmeran hatine cem hev û bal kişand ku kesên xwediyê maf in pereyên xwe dane mitehîd Veysî Îletmîş. Lê wan bi tu şiklê nekarîne daîreyên xwe bidest bixin.

Oral idîa kir daîreyên pêwîst bû ku di sala 2015an biqediya di encama hîleke ya ku di nabeyna mitehîd û xwediyê erseyan pêk hatiye de mitehîd dûbare erseyan daye xwediyê erseyan. Dûvre Oral wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xwediyê erseyan ji xwediyê daîreyan re dibêjin mixatabên me hûn nînin. Muxatabê me mitehîd Veysî Îletmîş e. Bi vê şiklê bi endamên me re nabin mixatab. Di derbarê vê yekê de li Mehkemeya Hiqûqê ya 2 yemîn a Esliye ya Mêrdînê diyar dike ku mulkiyeta ersê ji bilî ve bi hîleyan pêk hatiye. Ji ber vê yekê ji bo ku mitehîd Veysî Îletmîş ji nû ve dest bi înşeatê bike û erse bizivire ser navê malikên berê me doz vekiriye. Di encama vê dozê de ji bo ku erse dewre ser navê kesekî din neyê kirin û neyê temluk kirin şerh ji sicîlên tapuyan re hatiye dayîn. Endamên me yên ku peryên xwe bi zorî temîn kirine nikarin daîreyên xwe bidest bixin.”

Ji endamê komîsyonê Hakan Sîncar diyar kir ku di her dua liyan de hevdîtin kirine lê nekarîne vê yekê çareser bikin.

“Hinek endam têketine destê faîzxwaran”

Sîncar diyar kir ku nêzî 5 kesan mexdûr bûne û ev yek roj bi roj ber bi qaosê ve diçe. Piştî ku Sîncar diyar kir kesên xwedî maf divên ku têhihijin mafên xwe wiha destnîşan kir: “Ji 500-600 endaman hinekî bûne rehînê banqeyan. Hinek ji wan jî têketine destê faîzxwaran. Em ji vir pê ve dibînin ku ev yek ji pirsgirêka şexsî derketiye bûye pirsgirêka welêt. Dê em micadeleya xwe ya di derbarê vê yekê de bidomînin.”

“Ji bo temamkirina înşeatê em qeyûm dixwazin”

Tufan Kirmiziyê endamê komîsyonê diyar kir ku ew dixwazin daîreyên ku bi zor û zehmet di tengasiyê de hatine sitan demildest werin teslîmkirin. Dûvre Kirmizi wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo temamkirina înşeatê em qeyûm dixwazin. Heke qeyûm were çi hewce dike dê endam piştgirî bidin vê yekê.”

Yusuf Mamo jî diyar kir ku wek malbat ji bo ku 2 daîre bistînin wan keda xwe ya 20 salî xerc kirine û gelek kes hatine mexdûrkirin. Divê ku midaxaleya vê yekê were kirin.

“Em perîşan bûne, em ji rêvebiran alîkarî dixwazin”

Remzîye Işiker diyar kir ku wan 6 sal berê perê xwe dane. Lê hêj xaniya wan nehatiye temamkirin. Dûvre Işiker wiha diyar kir: “Me deyn kir, ji devê xwe birrî. Me got bes bila xaniyekî me hebe. Pere da wî. Em perîşan bûne, em ji rêvebiran alîkarî dixwazin. Bes em vê dixwazin. Piştî vê yekê min dest bi bikaranîna dermanan kir.” (ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.