Ji bo bakur hişyarîya şilîyeke tund hat dayîn

Ji bo bakur hişyarîya şilîyeke tund hat dayîn

Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê ji bo Xetay, Kinikan, Mereş, Entap, Kîlîs, Semsûr, Riha, Dîyarbekir, Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan û Colemêrgê hişyarîya şilîyekî tund da.

Hat destnîşankirin ku li gorî nirxandinên dawîn îro di seatên serê sibehê de li bajarên Xetay, Kinikan, Mereş, Entap, Kîlîs, Semsûr, Riha, Dîyarbekir, Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan û Colemêrgê tê texmînkirin ku wê baraneke tund bibare.

Tê texmînkirin ku bi giştî di seatên êvarê de baran tesîra xwe hindik bike lê ew ê li Şirnex û Colemêrgê heta roja dinê seatên nîvroyê berdewam bike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.