Ji Bo Camiyê Tepkî
Di Camiyê De Festîvala Araqê Ya Îsraîl Nayê Xwestin
Siyonîst Îsraîl, dixwaze di 5ê Îlonê de di camiya Bêrşevayê de festîvala araqê li dar xe. Camî ‘aydiyê Osmaniyan e. Piştî 1948an gava şebeka terora Îsraîl tê avakirin, ev camî diguherînin muzeyê. Ji demek dirêj ve ji ber xebatên restorasyonê camî girtîbû. Dewleta terorê ya Îsraîl dixwaze di 5ê Îlonê de di camiyê de festîvala araqê li dar bixe. Festîval ji teref belediyê ve tê kirin.
Lê wekîlê Ereban û muslumanên li Tirkiye û li hinek welatê din, li ber vê qirara festîvalê bi tepkî ne. Wekîlên Ereb yên di hikûmeta Îsraîl de hikûmeta Îsraîl sûcdar kir ku tevgerên kişkişînê dike. Musluman û fillehên welêt jî hewl dikin ku protestoyan li dar bixin. Muslumana wiha diyar kir “Heta em heqê xwe nestînin, em dev jê bernadin. Divê ji vê minarê azan û navê Xweda bê xwendin.” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.