Ji Bo Di Google De Kurdî Hebe Îmze
Ji bo ku zimanê Kurdî di bernameya ferhenga Motora lêgerînê ya Googlê de cih bigire,dest bi qampanyayê hat kirin.
Di malpera"Imza.la" ku ji ser înternetê tê lidarxistin de ji bo motora lêgerîna Googlê di xizmeta ferhenga xwe de cih bide kurdî,qampanyayek hat dest pê kirin.
Li gorî xebera radikal.com.tr yê di qampanyaya ku bi navê “Ji bo zimanê Kurdî ku 40 milyon mirov bikartîne di bernameya ferhenga Motora lêgerîna Google de cih bigire, qampanyaya îmzeyê” tê meşandin de heta niha 15070 imze hatiye komkirin.
Tê zanîn ku zimanê kurdî li temamiyê cîhanê, ji aliyê 40 milyon kes tê axaftin. Di bernameya ferhenga Googlê de zimanê Katalanan yê wekî kurdan dijîn cih digire lê zimanê Kurdî di vê ferhengê de cih nagire. Ji ber vê yekê vî zimanî ku ji aliyê gelek kesan tê axaftin di Googleyê cih nagire wekî neheqiyek mezin tê ditin. Xeberên Kurdî
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.