Ji bo ‘Îmtîhana Mealê ya Nesla Qur’anê’ serîlêdan hatin dirêjkirin
Platforma Nesla Qur’anê li tevahiya welêt dê ‘Ji Bo Nesla Qur’anê Îmtîhana Mealê’ ya ku bi diyariya Umrê ye tertîp bike, ji bo ‘Îmtîhana Mealê ya Nesla Qur’anê’ serîlêdan hatin dirêjkirin.
Hat ragihandin serîlêdanên îmtîhana ku dê di 11ê Berfanbarê de bê kirin heta 27ê Mijdarê hatin dirêjkirin.
Di derbarê mijarê de Serokê Platforma Nesla Qur’anê Beşîr Şîmşek destnîşan kir ji ber sedeminan dîroka serîlêdanê yên îmtîhanê hatine dirêjkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî niha dîroka serîlêdanê heta 17ê Mijdarê hatibû diyarkirin.Lê belê ji ber rewşa awarte ya li welêt û ji ber tunebûna ewlehîyê û kêmbûna wextê serîlêdanê STK û gelek şexsên ku piştgiriyê didin xebata me destnîşan kirin wextê serîlêdanê yê îmtîhanê bê dirêjkirin.Em jî wek îdareya paltformê armanc û hedefên xwe li ber çavan girt û vê teleba şexs û komeleyên me nirxand.Di encama vê nirxandinê de biryar hat dayîn ku dîroka dawî ya serîlêdanê heta 27ê Mijdarê bê dirêjkirin.”
Dîrok û katogeriyên îmtîhanê ne:
Dîroka Serîlêdanê:17ê Cotmehê- 27ê Mijdarê
Dîroka û Seata Îmtîhanê: 11ê Berfanbarê, Seat: 10.30, Roja Yekşemê
Çavkanî:Nesla Qur’anê Kahniya Qur’anê(Kur’an Neslî Kur’an Pınarı)
Kategorî:Kategoriya Yekemîn: Ji Beşên 1-2yemîn
Kategoriya Duyemîn: Ji Temamê Kitêbê berpirsîyar in.
Kesên ku dixwazin ji bo îmtîhanê serîlêdanê bikin divê pêşî ji ser malperên www.kurannesliplatformu.com û www.mealsinavi.com serîlêdanê bikin û dû re jî pêwîst e vê serîlêdanê xwe li navendên serîlêdanê bidin tesdîqkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.