Ji Bo Kê Agirbestî?

Ji Bo Kê Agirbestî?

Derdê Welatên Rojava: “Roket Li Hêla Îsraîl Nekevin”

 Êrîşên îşgalkerê siyonîst Îsraîl kete roja heftan. Hejmara sivîl, jin û zarokên qetilkirî bi ser 110an ket. Milletên musluman û însanên xwedî ûjdan, li ber bombardimanên Îsraîl bi protestoyan tepkiyên xwe nîşan didin. Lê lîder û teşkîlatên rojava eşkere desteka xwe ya Îsraîl re xuya dikin.

Tony Blairê temsîlkarê Yekîtiya Ewrûpa, Rûsya, Dewletên Yekbûyî û Emrîkayê, bi serekwezîrê Îsraîl Şîmon Peres re civiya. Civîn li qesra serekcimhûriya Îsraîlê pêk hat. Di dawiya civînê de desteka ji Îsraîla rejîma terorê re wiha hat diyar kirin “Heqê Îsraîl heye ku parastina xwe bike. Divê hêla Ğezzeyê avêtina roketên xwe bisekinîne.” Tony Blairê rûreş bêfedî wiha îfade kir “Ez hêvî dikim ku di rojên pêş de agirbestî pêk bê û roketên ku davêjin welatiyên Îsraîl bisekinin.”

Tirkiye ji bo agirbestiyê, alîkarê serekpartiyê Omer Çelîk û musteşarê Mîtê Hakan Fîdan li Misrê hişt. Wezîr Davutoğlu jî îro çû Ğezzeyê. sekreterê giştî yê dewletên Yekbûyî Ban Kî Mûn jî di pêş de wê biçe Ramallah û bi Mehmûd Ebbas û Netenyahû re hevdîtinê pêk bîne. Eşkere ye ku dewletên Yekbûyî ne di derdê xelkê Fîlîstînê de ye. Derdê wan ew e ku roket li hêla Îsraîl nekevin. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.