Ji bo Kerkûk bi Kurdistanê ve bê girêdan dê dengdayîn bê kirin

Ji bo Kerkûk bi Kurdistanê ve bê girêdan dê dengdayîn bê kirin

Hat ragihandin Endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê daxwaz dikin vê carê jî mijara girêdana Kerkûkê ya ser Herêma Kurdistana Iraqê bixin dengdanê.

Li gor nûçeya ku di Rûdawê de derbas dibe  ji bo Kerkûk bi Kurdistanê ve bê girêdan dê dengdayîn bê kirin û ji bo vê yekê dê Endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê daxwaz dikin vê carê jî mijara vegerandina Kerkûkê ya ser Herêma Kurdistanê bixin dengdanê.

Di derbarê mijarê de Îbrahîm Xelîlê Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê diyar kir wan  22 îmze komkirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ê vê daxwazê careke din bidin aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê da ku li ser kar bikin. Ev daxwazeke destûrî û rewa yê me ye. Me di dema xwe de soz dabû dengdêrên xwe da ku Kerkûkê vegerînin ser Herêma Kurdistanê.”

Nesredîn Sindiyê  Rêveberê Desteya Deverên Kurdistanê yên li Derveyî Rêveberiya Herêma Kurdistanê ye jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em ê projeyekê amade bikin û pêşkeşî Civata Wezîran bikin da ku bikarin demek ji ya din zûtir vê gavê bavêjin. Ma em ê heta kengî li hêviya Bexdayê bin? Dem hatiye em li Herêma Kurdistanê gavekê biavêjin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.