Ji bo loqma helal xwêdanê dirêjin

Ji bo loqma helal xwêdanê dirêjin

Kakerên înşeatê ku li Rihayê di bin germahîya ku derdikeve pileya 50yan de, ji bona ku rizqên xwe ji helalî qezenc bikin dixebitin.

Karkerên ku li Rihaya ku pileya hewaya germ derdikeve 50 pileyî dixebitin, îfade kirin ku ew ji bona nanê xwe mecbûr in ku dixebitin.

Karkeran bal kişandin ku ew ji bona ku di rêya helal de pere qezenc bikin dixebitin.

Xebatkarên înşeatê yên ku di bin hewaya germ de dixebitin, ji setaên serê sibehê heta seatên êvarê dixebitin. Karkerên înşeatê, zorîtîya meslegê ji ÎLKHAyê re qal kirin.

SEDAT TARTAL

“Ger ku hewa germ be jî em mecbur in ku bixebitin”

Sedat Tartalê ku got ew digel hewaya germ perê helal qezenc dikin weha got, “Hewa gelek germ e. Ger em bixebitin jî nabe û nexebitin jî nabe. Dema ku em dixebitin hewa pir germ e. Ji ber ku di dema erdhejê de kar tinebû em tev birçî man, perîşan bûn. Ger ku hewa germ be jî em mecbur in ku dixebitin. Em rojekî nexebitin 2 roj birçî dimînin. Dema ku em dixebitin jî gelek reht dibin. Em mecburin ku ji germahîyê re tehemmûl bikin. Em di nav karekî talûke de ne ku hem bilinde hem jî germ e. Germahîya hewayê zêdetir pirsgirêk e. Em ji rêya helal pereyên xwe qezenc dikin. Ger ku nîyeta me ya xerab hebûna me yê li vê derê dizîyê bikirana lê bira helal be 5 qûrişê wî kêm be.”

ERDAL KERPÎÇ

“Em ji bona heqê nanê xwe xwêdanê dirêjin”

Erdal Kerpîçê ku diyar kir ew ji ber germahîya hewayê bê av dimînin û qirika wan zêwa dibe, “Hewa pir germ e. Em nikarin li ber germahîyê bisekinin. Karê înşeatê gelek zor e, bi rehetî nîne. Karekî rehet tineye ji xwe. Şixula di bin germahîyê de ne tişteke xweş e, germahîyekî zêde heye. Em bê av dimînin, qirika me zêwa dibe. Ji mecburîyê dixebitin. Ji bo heqê nanê xwe xwêdanê dirêjin. Ji bona ku em di rêya helal de pere qezenc bikin dixebitin. Dema ku zivistanê baran hebe û serma hebe em karê ber didin. Havînê jî di bin germahîyê de dixebitin.”

SAÎT TARTAL

“Em ji bona ku di rêya helal de pere qezenc bikin dixebitin”

Saît Tartal, “Karê me daîma zor e. Rake jorê, bîne xwarê, derxe û çêke filan û bêvan. Germahî gelekî zehmetîyê dide me. Em melzemeyan derdixin jorê û ev jî zehmetîyê de me. Em ji bona ku di rêya helal de pere qezenc bikin dixebitin. Nanê me û rizqê me li vê derê ye. Em xwêdanê dirêjin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.