Ji bo me ya giring ew e kurdên li Sûriyê di nava xwe de şer nekin
Ji bo me ya giring ew e kurdên li Sûriyê di nava xwe de şer nekin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku li bakurê Sûriyê realîteyeke kurd heye û got: “Ez nizanim çima dewletên li herêmê vê yekê nas nakin. Her parçeyekî Kurdistanê xwediyê hinek taybetmendiyên cûda ye û tên guhertin. Divê êdî realîteya kurdan bê dîtin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di beşa duyemîn a daxuyaniyê xwe yên ji bo nivîskarê rojnameya Milliyet a Tirkiyê Hesen Cemal behsa rojavayê Kurdistan, peywendiyên Hewlêr û Bexda û gelek mijarên din ên giring dike.
Ez fêm nakim ku çima welatên li herêmê realîteya kurdan a li Sûriyê nas nakin
Mesûd Barzanî li ser pirsên derbarê ‘Hebûna Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya li rojavayê Kurdistanê, civîna li paytexta Qeter Dohayê ya opozisyona Sûriyê û îdiayên wekî, Herêma Kurdistan û Tirkiye bûne yek ku wê li hemberî PYDê tekoşînê bimeşînin, herwiha dîtinên we yên derbarê PYDê de çine?’ wiha dibêje: “ Li Kurdistan Sûriyê pirsekî kurd heye, realîteyeke kurd heye. Ez fêm nakim ku çima welatên li herêmê realîteya kurdan a li Sûriyê nas nakin. Li her parçeyekî Kurdistanê taybetmendiyên cûda hene û tên guhertin. Wê pirsa Kurdistan Sûriyê çawa çareser bibe? Em li ser vê yekê radiwestin. Aliyê ereb, ji sala 1962an ve li Kurdistana Sûriyê dest bi siyaseta bierebkirinê kir. Lê serneketin. Niha divê realîteya kurdan bê dîtin.”
Ji bo me ya giring ew e kurdên li Sûriyê di nava xwe de şer nekin
Barzanî derbarê PYDê de jî wiha got: “PYD nayê înkarkirin. Hebûna PYDê li Kurdistana Sûriyê heye. Lê ev yek li derveyî Sûriyê gelek tê mezinkirin. Li Sûriyê kurd hene! Kurdên li wir kurdên Sûriyê ne. Kurdên li wir dikarin bibin alîgirê PYD û PKKê. Lê dikarin bibin sempatiyê grûbên cûdatir jî.”
Mesûd Barzanî diyar kir ku PYD ne bi tena serê xwe ye , ev zêde tê mezinkirin û grûbên cûdatir jî hene. Barzanî got: “Ji bo me ya giring ew e kurdên li Sûriyê di nava xwe de şer nekin. Li aliyê din jî em naxwazin navbera kurd û ereban de şer çêbibe.”
Mesûd Barzanî di berdewama axaftinên xwe de wiha dibeje: “Ez bawer dikim ku wê kurd di navbera xwe de, peywendiyên ligel ereban, ereb di nava xwe de ango gelên li Sûriyê wê di nava demokrasiyê de pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ev nayê pejirandin ku PYD di nava vê pêvajoyê de bibe aliyekî xirabkarî û serdegirtinê. Hê zû ye. Heta ku PYD girêdayî pêvajoya demokrasiyê bimîne, ti kes nikare tiştekê bêje wan. Lê ger biçin derveyî demokrasiyê, bernameyekî cûdati bigrin, ne kurdên li Sûriyê , ne aliyên din û ne jî em vê dipejirînin.”
Heta niha nasnameya kurdî li Sûriyê nehatiye pejirandin
Li ser pirsa çi xeyalên we li ser Sûriyê hene? Barzanî got: “Heta niha nasnameya kurdî li Sûriyê nehatiye pejirandin. Heta kaxezên wan ên nifûsê jî nîne. Divê berî her tiştî em realîteya kurdan a li Sûriyê bibînin. Derdora 2,5-3 milyon kurd hene. Ev hebûna kurdan ji bo me giring e. Ji bo me kurdên Iraqê pir giringe ku bigihin mafê xwe. Em qebul nakin ku mafê wan bê înkar kirin. Lê sîstemek çawa bê Sûriyê jî mijareke ku divê ew biryarê li ser bidin.”
Barzanî li ser pirsa Hesen Cemal a gelo navbera PYD û rejîma Esed egera girêdanekê heye? wiha dibêje: “Li vir tişta giring ew e ku li Kurdistana Sûriyê dergeheke şansê ye ji bo PYDê? Yan jî xala ku niha hatiyê, berhemê bandora PYDê bi xwe ye? Em hê nizanin. Em dinirxînin. Min hê bersiva vê yekê ne girtiye... Hê nîşanên pirsê yên di serê min de belav nebûne.”
PYDê bi tenê ew hêz nîne ku bi tenê bikare Kurdistana Sûriyê kontrol bike
Derbarê pirsa ‘Esed ev dergeh vekir?’ Mesûd Barzanî wiha got: “Li gel me wekî pirsê tê rawestandin. Me hê bersiva vê wernegirtiye. Esed e yan jî kesekî din e? Wekî pirs dimîne. Ez biryarê nadim. Lê ev rastiyeke, PYDê bi tenê ew hêz nîne ku bi tenê bikare Kurdistana Sûriyê kontrol bike. Hêz û aliyên cûdatir jî hene. Em hê nizanin ku bi îstixbarat û asayîşa li Kurdistana Sûriyê çawa radestî PYDê kirin, çawa ligel meqamên Sûriyê radiwestin, em hê vê nizanin. Ev hê eşkere nebûye. Ev hevpeymaneke di nava du aliyan de ye? Me hê bersiva vê wernegirtiye. Hevpeymaneke, yan jî lewaziyeke rejîma Esed e? Em li ser vê radiwestin. Ez dûbare dikim. Em niha li ser wê yekê radiwestin di nava kurdên li Kurdistana Sûriyê de şer çênebe.”
Em alîgirê wê yekê ne hemû kurd bigihin mafê xwe
Serokê Herêma Kurdistanê derbarê dewleta serbixwe ya Kurdistanê jî wiha dibêje: “Berî her tiştî ev mafekî me ye. Li vir pirsgirêka herî mezin, kurd di nava 4 dewletan (Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye) de hatiye parçekirin. Pirsgirêka mezin li vir, ev kar zehmet dike. Ger bi vî awayî nebûya, ger kurd di nava du dewletan de parçebibûna yan jî hemû girêdayî dewletekê bûna, wê ev hê hêsantir bûya. Em alîgirê wê yekê ne hemû kurd bigihin mafê xwe. Ev mafê wan ê xwezayî yê herî mafdare.”
Barzanî got: “Dibe ku herêm gelek tevlîhev bibe. Lê li vir ji bo min tişta giring doza kurd e û ez vê bawer dikim... Em dixwazin ligel tirk, ereb, fars û her neteweyên li herêmê peywendiyên xwe çêkin. Em alîgirê wê yekê ne pirsa kurd di çarçoveya van peywendiyan de çareser bibe... Em wekî kurd li ti alî û eniyekê de cih nagrin. Baweriya me tenê bi doza kurd tê.”
Serokê Herêma Kurdistanê derbarê nakokiyên navbera Herêma Kurdistan-Bexda û navçeyên cihê nakokiyê de wiha got: “Pirsgirêk hene, ev nayê înkar kirin. Lê em alîgirê wê yekê ne pirsgirêk di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin. Em ti tiştekî ji derveyî yasayê napejirînin.”
Di rastiya xwe de ez û Talabanî xwediyê heman dîtinê ne
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di dawiya axaftinên xwe bersiva Hesen Cemal a ‘Di navbera we û serokomar Celal Talabanî di mijara peywendiyên Îran û Tirkiyê de dîtinên cûda hene...’ wiha got: “Di rastiya xwe de em xwediyê heman dîtinê ne. Em herdu jî alîgirê wê yekê ne peywendiyên me yên baş ligel Tirkiye û Îranê berdewam bin. Mam Celal serokomare, ez jî serokê Herêma Kurdistanê me. Dema em van li ber çavan bigrin,dibe ku hinek caran cûdabûn hebin, lê mijarên hêsan in. Em di mijarên giring û bingehîn de xwediyê heman dîtinê ne. Ya giring jî eve.” (Rudaw)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.