Ji bo memûrtiyê şertê lêpirsîna ewlehiyê

Ji bo memûrtiyê şertê lêpirsîna ewlehiyê

Hat ragihandin ku ji bo memûrtiyê li KHKyê madeya ‘lêpirsîna ewlehiyê’ hatiye zêdekirin.

Hat ragihandin ku ji bo mirov bibe memûr di Qerarnameya di Hikmê Qanûnê de şertê ‘lêpirsîna ewlehiyê’ ji mirov tê xwestin.

Di KHKya ku di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin de di bin navê ‘Vesazkirina di Derheqê Hinek Personelên Qamuyê de’ di derheqê kesên ku dê bibin memûr de hat vesazkirin.

Gor vesazkirina nû ji kesên ku dê bibin memûrê dewltê şertê ‘lêpirsîna ewlehiyê’ ji mirov tê xwestin. Her wiha hat diyarkirin ku dê bi mijarên wekê ‘Bûna di nav hevkariya çalakiyên rêxistinên terorê, alîkarîkirina van rêxistinan, bikaranîna çavkanî û derfetên qamuyê ya ji bo piştgiriya van rêxistinan û kirina propexendeya van rêxistinan’ dê di vê bergehê de were hesibandin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.