Ji Bo Mexdûrên 12ê Îlonê Efû

Ji Bo Mexdûrên 12ê Îlonê Efû

Millet Ji Bo Hemî Mehkûm û Girtiyan Effû Dixwaze

Serekwezîr Tayyîb Erdoğan talîmat da ku der heqê qanûna sîcîla edlî, qanûna parêzertiyê û înfaza tedbîrên ewlehî û cezayê de guhertîn bên kirin. Bi guhertina qanûnê, mehkûm û girtiyên rastgîr û çepgîr yên ku ji ber derbeya eskerî ya 12ê Îlonê hatibûn girtin û hê jî di hepsan de ne, wê bên berdan. Bi guhertina di qanûna parêzertiyê de, ebûqatên ku rûxsata wan ji wan hatibûn girtin, wê bê pêvajoya yargiyê, derbasî meslekê xwe bibin.

Der heqê teklîf û pêşnûmayê de, ji sazî û daîreyên eleqedar re, bi nîvîskî û devkî me’lûmat hatin dayîn. Tê hêvî kirin ku, pêşnûma di demek nêz de, here heyeta wezîran û pey re sewkî meclîsê bibe. Heger pêşnûma bibe qanûn, wê hinek mehkûmên rastgîr û çepgîr bên berdan. Lê li nav millet tê îfade û hêvî kirin ku effû ne tenê ji bo mexdûrên 12ê Îlonê re, bila ji bo hemî mehkûm û girtiyan re effûke giştî bê derxistin.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.