Ji Bo Parlementeran Heqên Nû
Di meclîsê de bi teklîfa hevbeş ya partiyên AKP, CHP, MHP û BDPê ji bo parlementeran hinek heqên nû hatin pêşniyazkirin.
Di meclîsê de bi teklîfa hevbeş ya partiyên AKP, CHP, MHP û BDPê ji bo parlementeran hinek heqên nû hatin pêşniyazkirin. 12 alîkarên serek vê teklîfa qanûnê îmze kirin û teklîf ji serokatiya meclîsê re hate şandin.
Eger teklîf bibe qanûn, li gorî heqên nû wê di trafîkê de li parlementeran ceza neyê birîn, ji bo derbasbûniyê heqê pêşkîtiyê jî didine wan. Wê di protokolan de, ciyên parlementeran ji nû ve tên pergalkirin. Di merasîmên bajaran de, wê ciyê parlementer di pêy qomandarên hêzan de be, eger qomandar tunebin wê di pey walî de bin. Her wiha di merasîman de, ji bo parlementerên teqawîd jî wê cî bên texsîskirin. Merasîma cenaze ya parlementerê mirî, ger li derveyê Enqerê be, wê ji teref walî ve bê organîzekirin.
Li gorî heqên nû, êdî wê pasaporta dîplomatîka daîmî ya parlementeran hebe. Di şûna nasnameya parlementeriyê de, wê rojet bên dayîn. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.