Ji Bo Tesetturê 10 Milyon Îmze Temam Bûn
Kampanya ku Memûr Senê ji bo ku li Saziyên Dewletê tesettur serbest bibe vekiribû îro bidawî dibe.
Kampanya ku Memûr Senê ji bo ku li Saziyên Dewletê tesettur serbest bibe vekiribû îro bidawî dibe. Hejmara îmzeyan do gihîştibû 9 milyon îmzeyî. Wisa tê hêvîkirin ku îro di roja dawî a kampanyayê de hejmara îmzeyan wê bighêje 10 milyon îmzeyî.
Serekê Memûr Senê Ahmet Gundoğdu di derbarê kampanyayê de me’lûmatekî balkêş da. Gundoğdu di beyan kir ku: Heger hukumeta telebên me bi cih bîne emê îmzeyên hatine komkirin teqdîmê hukumetê bikin, heger ku di nav mehekî de bi awayê guherandina rêziknameyê ev yasax bê rakirin wê, rewşa fi’îlî çêkin.
Gundoğdu go: Emê hefteya bê îmzeyên hatine komkirin bişînin ji hukumetê re. Heger ku hukumet vê yasaxê rake emê jê re teşekkur bikin. Lê raneke ewê memûr tev bi awayekî fi’îlî azadiyên xwe bikarbînin. Yanî wê bi tesettur herin karên xwe.”
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.