Ji bo Yemen û Afrîqaya Rojhilat qampanyaya alîkariyê hatiye destpêkirin

Ji bo Yemen û Afrîqaya Rojhilat qampanyaya alîkariyê hatiye destpêkirin

Serokkomar Erdogan ragihand ku ji bo qeyrana birçîtiyê ya li Yemen Afrîqaya Rijhilat dest bi qampanyaya alîkariyê hatiye kirin.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di derbarê qrîza birçîtiyê ya li welatên Somalî, Etîyopya, Kenya, Sudana Başûr û Yemenê de daxuyanî da.  

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di hesaba xwe ya twîtterê de diyar kir ku ji bo qrîza birçîtiyê ya li welatên Somalî, Etîyopya, Kenya, Sudana Başûr û Yemenê wek alîkarî dest bi qempanyayê hatiye kirin.

Erdogan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ji bo însanên li Afrîqaya Rojhilat û Yemenê wek alîkarî dest bi laîkariyê hatiye kirin. Dûvre Serokkomar Erdogan wiha diyar kir: “Li welatên Afrîqaya Rojhilatê yen wekê Somalî, Etîyopya, Kenya û Sudana Başûr û welatê Yemenê qrîza birçîtiyê heye. Em nikarin ji zarîna alîkariyê ya ku di van welatan de zêde bûye re bê deng bimînin.”

Serokkomar Erdogan daxuyaniyê wiha domand: “Wek Tirkiye em dest bi qampanyaya alîkariyê ya ji bo birayên me yên niyazmend ên li Afrîqaya Rojhilat û Yemenê dikin. #BibinHêvî ya mirovahiyê. Afrîqaya Rojhilat û Yemen binîvîsin û ek SMS bişînin 2868ê, ji qampanyaya alîkariyê ya 10 TLyî a @TurkKizilayi re bibin piştgirî. #BibinHêvî ya mirovahiyê.” (ÎLKHA) 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.