Ji Çağri-Derê Kampanyaya Qurbanê
Komela Çağri-Derê li Solaxana navçeya Çewlîgê, xebat û xizmetên alîkariyê dike
Komela Çağri-Derê li Solaxana navçeya Çewlîgê, xebat û xizmetên alîkariyê dike. Komelê ji bo malbatên feqîr û mixtac dest bi kampanyaya qurbanê kir.
Serokê komelê Mûhsîn Bariş di heqê fealiyet û kampanyaya xwe de xeber da. Da zanîn ku kampanyaya wan di çarçora kampanyaya platforma alîkariyê ya Kerwanê de tê kirin.
Mûhsîn Bariş wiha got: “Armanca me ew e ku bi van xebat û xizmetan, di nav millet û civakê de dilgermî û kultura parvekirinê bi cî bikin û bi pêş bixin. Bedêla qurban û boraqan, me wekî 400 lîrayê tesbît kiriye. Em ê serjêkirina qurbanan di roja 2 û 3 yên îdê de pêk bînin.” BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.