Ji çapemenîya îşxalê îtîrafa “di hejmara mirî û birîndaran de nakokî”

Ji çapemenîya îşxalê îtîrafa “di hejmara mirî û birîndaran de nakokî”

Rejîma îsyonîst, daxuyand ku di êrîşên bejahî a li Xezzeyê de hejmaê leşkerên wan ên ku hatine kuştin derket 113 kesan. Rojnameya Haaretzê jî diyar kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve hejmara rastî ku ji artêşa îşxalê diyar dike 3 qat zêdetir e.

Artêşa îşxalker destnîşan kir ku di şerê bi Tûgayên El-Qassam re 8 leşkerên wê hatine kuştin.

Berdevkê artêşê da zanîn ku di nav 8 kuştiyan de 4 efser hene, ji wan 1 albay, 2 serdar û 1 yûzbaşîye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara leşkerên rejîma siyonîst ên ku ji 31ê cotmehê heta niha hatine kuştin derket 113an.

Li gorî amarên malpera înternetê ya bi navê artêşa rejîma îşxalker a siyonîst, hejmara leşkerên ku ji 7ê Cotmehê vir ve hatine kuştin, gihîşt 434an.

Rojnameya Haaretz a rejîma îşxalker nivîsand ku di navbera daneyên artêşê û daneyên nexweşxaneyan de "ferqek" nediyar heye.

Di xeberê de hat ragihandin ku ji 7ê Cotmehê vir ve tenê li Nexweşxaneya Barzîla 1949 kes, herî kêm 1000 leşker li navenda tenduristiyê ya Bîrşeba Soroka, herî kêm 650 leşker jî li Tel Haşimerê tênê redawîkirin.

Hat destnîşankirin ku 178 leşker li Nexweşxaneya Assuta ya Aşdodê, 148 li Nexweşxaneya Îchilov a Tel Avîvê, 181 li Nexweşxaneya Rambam a Hayfayê, 209 li Nexweşxaneya Hadassah a Qudsê û 139 jî li Nexweşxaneya Şa'arei Tzedek tên dermankirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.