Ji çar alîyê dinyayê ji Banga Greva Xezze ya Kurewî re destek tê dayîn

Ji çar alîyê dinyayê ji Banga Greva Xezze ya Kurewî re destek tê dayîn

Ji bona Xezzeyê di çar alîyê dinyayê de grev hatin destpêkirin. Ji vê Greva ku piştgirîyê dide Xezzeyê re gelek alim, akademîsyan, sîyasetmedar, partîyên sîyasî, weqf û sazî destekê dan.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyand ku ew ê ji banga “Greva Xezzeya Kurewî” re destekê bidin û weha got:

“Ev bû 65 roj e li Xezzeyê qetlîam berdewam dikin. Divê bertek kêm nebin, zêde bibin û berdewam bikin. Divê ji bona ku li hember Nazîyên îro bê sekinandin û ji qetlîaman re bêdeng nemînin ji bangên Greva kurewî re destek bê dayîn. ‘11 Kanûnê roja Yekşemê em însîyatîfekî sîvîlî bistînin.’ Em jî ji vê banga ku ji xûşk û birayên me re destek bê dayîn re wek sazî û mirovan destekê didin. Ji bona destekê; di malê de bimîne, qerta kredîyê nexebitîne, nekeve hîsabên xwe yên bankayê, bi etîketa #StrikeForGazayê tweetan bavêje. Înstagram û Facebooka xwe bigre.”

Ji Banga Greva Kurewî re ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve jî destek hat dayîn

Weqfa Evîndarên Pêxember li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de diyar kir ku ew jî ji vê bangê re destekê didin û weha hat gotin:

“Em ji xelkê xwe yê Evîndarên Pêxember re bang dikin, di 11ê Kanûnê roja Duşemê de ji bona Xezzeyê di warê tîcarî, perwerdehî û jîyana civakî de Însîyatîfekî sîvîl bigrin û ji Banga Greva Xezzeyê ya Kurewî re destekê bidin.”

ÎTTÎHADUL ULEMA ji Banga Greva Kurewî re destekê da

Ji teref ÎTTÎHADUL ULEMA ve li ser medyaya civakî daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ew ji banga Grevê re destekê didin û di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Em hemû ji însanên ku dilê wan ji bo Xezzeyê dişewite re bang dikin û wan ji bo Greva Xezze ya Kurewî ku di 11ê Kanûnê roja Duşemê de bê kirin dawetî destekdayînê dikin.

Em ji bona ragihandina drama ku li Xezzeyê tê jîyankirin îro jîyana xwe ya tîcarî, perwerdehî û jîyana civakî didin sekinandinê.”

Alimên Misilmanên Dinyayê ji Banga Greva Kurewî re destekê da

Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Misilman yê Cîhanê Elî Qeredaxî, daxuyand ew ji bona ku ji qetlîamên li Xezzeyê tênê kirin re bertekê nîşan bidin destekê didin “Greva Xezze ya Kurewî”

“Li gorî fiqiha muwazenatê, banga me dike ku ji bona bûyerên li Xezzeyê pêk tênê bibin yek û piştgirîyê bidin hev, destekê bidin doza Fîlsîtînê û zilma ku ji wan re tê kirin bidin sekinandin. Yekîtîya Alimên Misilmanê Cîhanê ji banga Greva ku roja Duşemê bê kirin re destekê dide, ev grev ji hemû dinyayê re peyamek di nav xwe de dihewîne. Grev ne tenê sekinekî protestoyê ye, de heman demê de ji bo sekinandina zilmê wesayîtekî meşrûye. Em we hemûyan dawetî Greva ku îro tê kirin dikin. Emanetê Xwedê bin.”

Hikûmeta Libnanê ji Banga Greva Kurewî re destekê da

Serokwezîrê Libnanê Necîp Mîqatî bi armanca destekdayîna ji Grevê re biryar girt ku îro hemû sazîyên raya giştî hatine girtin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin: “Midurtîya Giştî yê Serokwezîrtîyê, bang dike ku ew bi biryara ku bi nimeraya 26/2023yan hatîye girtin, roja Yekşemê, di 11ê Kanûna sala 2023yan de, beşdarî banga kurewî ya ji bona Xezzeyê dibe, piştgirî û eqrebatîya xwe ya bi xelkê Fîlîstînê re nîşan bide, hemû sazîyên raya giştî û şaredarîyan digre.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.