Ji DEMê daxuyanîyek ku bertekan kişand ser xwe

Ji DEMê daxuyanîyek ku bertekan kişand ser xwe

12 sal ji ser qetlîama 6-8ê Cotmehê derbas bû lê hêna jî derheqê wê de axavtin berdewam dikin. Çîmkî mirovên herêmê ji wehşeteke ewakî ku zarokan ji avahîyên bilind avêtine xwarê û hatine şewitandin re şahidîyê nekiribûn.

Qetlîama ku pêk hatibû bi bangên ku ji teref navendên PKK/HDPê ve hatibûn bangkirin pêk hatibû. Lê belê 12 sal ji ser qetlîamê derbas bû gelo ti poşmanîyek heye an jî na, ji gelê Kurd re xwe rexne kirin an jî na? Bersiva ev pirsê nayek mezin e!

Dema ku dîrok cotmeha sala 2014an nîşan dida û dema ku eyd tê, zarokên ku ji bo mihtacan kêfxweş bikin derketibûn rê û hatibûn qetilkirin tê bîra mirovan, hem jî qetilkirineke hovane.

Di serî de Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di wê roja zor de hatibûn qetilkirin, bi xêr têne yadkirin. Her çiqas jî birîn qalik girtibin jî êş û jana wê rojê germ e. Encax hêna jî di van rojên ku însanan wê roja qetlîamê bîrva nekirine de, peyamên ku bang li çeteyên xwe yên wehş û hov kiribûn û wan derxistibûn kolanan wek ku xwêy berê ser birînê bidin têne dayîn dibînin.

Di salvegera qetlîama 6-8ê Cotmehê de peyamên ku têne weşandin bi taybetî jî peyamên ku ji teref DEMê ve hatîye parvekirin di nav gel de bû sedema bertekek mezin.

Di hîsaba medyaya civakî ya partîya DEMê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de ev qetlîam wek; qetlîameke hêsan û wek ku xwepêşandanên protestoyê hatine kirin tê wesifandin.

Di daxuyanîyê de doza ku di pêvajoya qetlîamê de hatîye vekirin jî wek “doza komployê” hat binavkirin. Partî têra xwe bi vê wesifandinê jî neanît, ji wan kesên ku di vê dozê de cezayê girtine re jî daxwazîya “azadîyê” kir.

Di peyama ku qala aştîya civakî tê kirin de, qala meseleya ku di 6-8ê Cotmehê de aştîya civakê çawa hat sabotekirin nehat kirin. Berevajî serê wê hat girtin.

Weka ku wê rojê ji teref navendên HDP û Qendîlê ve daxuyanîyên banga kolanan nehatibe kirin peyameke, “Divê tiştên ku di 6-8ê Cotmeha 2014an de hatine jiyandin bi her awayî werin ronîkirin û ji bona ku edalet were tesîskirin, aştîya civakê were temînkirin û siberojek demokratîk were avakirin gerek girîng e.” Hat parvekirin. Daxuyanîya Partîya DEMê ji teref raya giştî ve bi bertekî hat pêşwazîkirin.

DEMa ku wek henekê xwe bi civakê tîne banga, “Derxistina holê ya rastîyan” dike, rastîya ku Yasîn Boru çawa hatîye qetilkirin nabîne.

Yên ku qala heqîqet, edalet û azadîyê dikin, bi rastî di pêvajoya 6-8ê Cotmehê de; fermana mirina heqîqet, edalet û azadîyê îmze kiribûn. Feqet, banga edalet û heqîqeta ku ji milên rêxistina ku ev bû 40 salî zêdetir e bi xwîn, kaos, şîddet û terorê tê rojeva civakê tê kirin, ji alîyê gelê Kurd ve qet wek bangekî rastîn nayê qebûlkirin û nayê bawerkirin.

Meseleyekî dinê jî ev e ku “micadeleyên wan a azadîyê” heye! Milê rêxistina ku ev bû ji 40 salî zêdetir e xeyn ji xwe ji tu kesî re mafê gotinê, sîyasetê û rêxistîbûnê nedaye îro banga azadîyê dike.

Yên ku 40 sal berê ji bo azadîya Kurdan derketine rê, di dawîya 40 salê de cîhê ku hatine wê cîhê ji teref gelê Kurd ve bi şekleke ciddî tê nîqaşkirin.

Erê, Partîya DEMê di salvegera 12emîn a 6-8ê Cotmehê de peyamek belav kir. Gelê herêmê di vê peyamê de xwe rexnekirinek hêvî dikir, lê dev ji xwe rexnekirinê berdin hêna jî bi şekleke ku tinazan bikin hema ku nebûye ku bibêjin “em mexdûr in”. Encax ji vê daxuyanîya DEMê re li ser hîsabên medyaya civakî bertek hatin nîşandan.

Li ser Xê ev daxuyanî hatin parvekirin…

(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.